• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya çek ji Pêşmerge re şand

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Rûsya çek ji Pêşmerge re şand
Mosko karwaneke alîkariyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re şand, ku ji çekên sivik pêk tê.

Îro karwaneke çek û alîkariyên leşkerî gihîştin Herêma Kurdistanê, ku Rûsya ji Hêzên Pêşmerge re şandiye û ji çekên sivik pêk tên.

Bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, ku kurd bi tek hêza bejayî ne ku şerê DAIŞê dikin, çend welat alîkariyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re şandine, lê ev cara yekê ye ku Rûsya çekan ji Kurdistanê re dişîne.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî îro bi Konsulê Rûsya li Hewlêrê Vîktor Sîmakov re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, Vîktor Sîmakov ji Rûdawê re axivî û ragiahnd: “Kerîm Sincarî ji min re gotiye ku çekên sivik û cebilxaneya ku Rûsya ji Pêşmerge re şandibû, gihîştiye Kurdistanê.”

Rudaw
Top