• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêşmerge efsaneya DIŞIê têk şikand

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêşmerge efsaneya DIŞIê têk şikand

Mesrûr Barzanî dibêje pêşmerge efsaneya terorîstên DIŞIê têkşikand.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel malpera Wall Street Journal eşkere kir ku hêzên pêşmerge karîne dawî bi tevgera terorîst ya DIŞIê bînin lêbelê pêdiviya me bi hêzên bejarî yên Amerîkî û çek û cebelxaneyan jî heye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna han de behsa operasiyona rizgar kirina Şingalê dike ku malpera Wall Street Jornal jî di vê derbarê de eşkere kiriye ku hêzên pêşmerge bi Fermandariya raste rast ya Barzanî karîne Şingal ji destê terorîstan rizgar bikin, Mesrûr Barzanî dibêje; Hêzên pêşmerge karîn li Şingalê de hawîrdoreke zêdetir ji 7 hezar û 700 mîl ya du ca ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bikin û Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de efsaneya terorîstên DIŞIê têkşikande.
Mesrûr Barzanî herwiha behsa hijmara ew terorîstan jî kir ku hatine kuştin û got: Di encama êrîşên balefirên hevpeymanan û êrîşên bejayî yên hêzên pêşmerge de zêdetir ji 20 hezar terorîst hatine kuştin û pêşmerge bo parastina xelk û axa Kurdistanê vê bi tundî li hember DIŞIê raweste.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de êrîşên terorîstên DIŞIê dişebîne weke êrîşên rejîma dîktator ya berê a Besê a Îraq û Sedamê û got: Sedam û DIŞIê xwestin gelê Kurd ji nav bibin lêbelê bi berxwedana gelê Kurd û qehremaniya hêzên pêşmerge heta niha Kurd maye û dijî û planan Sedam û DIŞIê jî pûç kir.

Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna han de behsa beşdariya hêzên bejayî yên hevpeymanan li gel hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de kir û got: Beşdariya hêzên bejayî yên hevpeymanan di şerê bejayî li dijî terorîstên DIŞIê de li gel hêzên pêşmerge lazim û girînge jiber ku pêwîste terorîst werin ji navbirin û herwiha lazime di warê hizrî de jî oldarên misilmanan xelk hişiyar bikin ku îslam ev kiriyarên han yên terorîstî red dike û li dijî tundrewiyêye.

Barzanî bo nîşandana rêzdarî û baldariya gelê Kurd ya bo hêzên pêşmerge û şerê qehremanane û herwiha serkeftinên hêzên pêşmerge jî behsa artêşa Îraqê kir û got: Piştî hilweşandina rejîma Besê artêşa Amerîkayê bi qasî 10 salan artêşa Îraqê perwerde kir û bi deham miliyar dolar jî ji bo artêşa Îraqê hate serifkirin lê ew artêşa han nikarî bi qasî 10 rojan li hember DIŞIê li ber xwe bide, niha ez ji teyê Rojnamewan dipirsim û ji me re bêje ka gelo pêşmerge serkeftî bûye anjî artêşa Îraqê?
Top