• Thursday, 19 February 2026
logo

Elmanya çekên nû yên Mîlan şandin bo Pêşmerge

Gulan Media December 7, 2015 Nûçe
Elmanya çekên nû yên Mîlan şandin bo Pêşmerge

Elmanyayê bi armanca têkoşîna li dijî DAŞê barek din ên çekên dijetank ên "Mîlan" şandin bo Pêşmerge.

Wezareta Berevaniya Elmanyayê ragihand ku, wê Elmanya di tekoşîna li Dıjî DAIŞ’ê de alîkariyên xwe yên bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bidomîne.

Wezaretê diyar kir ku hejmarek din ê çekên 'Mîlan' ji bo Pêşmerge şandine. Hat gotin k di dawiya cotmehê de Elmanya çek şandibûn.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyenê destnîşan kiribû ku dijetankên Mîlan ji bo Pêşmergeyan girîng in û wiha gotibû: "Pêşmergeyan bi alîkariya Mîlanan derbeyek giran li DAIŞ’ê da. Herwiha hate zanîn ku heta niha Elmanyayê 60 rampayên roketa dijetank "Mîlan"ê û hezar guleyên wê şandiye.

Basnews
Top