Dersa zimanê kurdî dê li zanîngeha Mehabadê jî were dayîn
Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Mehabadê li Parlamentoya Îranê, Osman Ehmedî eşkere kir ku destûra xwendina dersa zimanê kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê hatiye dayîn û got, di demek kurt de dê dersa zimanê kurdî were dayîn.
Osman Ehmedî ji malpereke herêmî re behsa çawaniya derketina wê destûrê kir û got, min û komek parlamenterên eyaleta Ormiyê bi rêveberê giştî yê Zanîngeha Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir. Min di civînê de pêşniyar kir ku zimanê kurdî li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê were xwendin, wî jî pejirand.
Wî parlamenterê kurd her wiha ragihand, di wê civînê de destûra wê jî hat dayîn ku dersa zimanê azerî jî li Zanîngeha Îslamî ya Ormiyê were dayîn.
Tê zanîn, nêzîkî nîvê nifûsa bajarê Ormiyê kurd in.
Nûnerê Mehabadê di Parlamentoya Îranê de da zanîn ku di demek nêzîk de dersa zimanê kurdî dê li Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê were dayîn û got, fermana han dê ji zanîngehên îslamî yên Mehabad û Ormiyê re bê şandin.
Li Zanîngeha Îslamî û Zanîngeha Kurdistanê yên bajarê Sine jî dersa zimanê kurdî tê dayîn. Destûra wê jî par hatibû dayîn.
Zanîngeha Îslamî ya Mehabadê, sala 1986ê hatiye avakirin û ji 5 fakulteyan pêk hatiye: Fakulteya Teknîk û Endazyariyê, Fakulteya Çandinî û Çavkaniyên Sirûştî, Fakulteya Edebiyat û Zanistanên Mirovî, Fakulteya Hemşîretî û Pîriktiyê, Fakulteya Zanistên Bingehîn.
Rudaw
