• Thursday, 19 February 2026
logo

Bicihkirina hêza Tirk li nêzîkî Mûsilê

Gulan Media December 6, 2015 Nûçe
Bicihkirina hêza Tirk li nêzîkî Mûsilê
Ev demek e ku hêzeke welatê Tirkiyê hatiye sînorê nahiyeyên Zêlkan û Başîkê yên parêzgeha Mûsilê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza leşkerî ya Tirk ku hatiye parêzgeha Mûsilê bi 3 qonaxan gihîştiye Başîkê. Beşê yekemîn, di destpêka vê salê de bû ku bi awayekî lojestîk bûye. Qonaxa duyem, Tirkiye hejmarek şêwirmendên leşkerî şand. Herwiha di qonaxa sêyemîn de jî, Enqere hêzek tevî çekên giran şand.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza leşkerî ya Tirk ku hatiye parêzgeha Mûsilê ji 800 heta 900 leşkerî û 15 tank û 8 zirhiyên biçûk, 4 zirhiyên mezin, ambolansek, 13 otomobîlên leşkerî yên ji cureyê Hîno, gule û teqemenî, tankereke avê û 3 otomobîlên leşkerî, pêk tê.

Beriya niha jî, şêwirmendên Tirkiyê hatibûn Başûrê Kurdistanê û li devera Soran Hêzên Pêşmerge perwerde kiribûn û Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davûdoglu dema hat Herêma Kurdistanê serdana navenda wan jî kir.

Herwiha li Bamernê û Raniye û Qelaçolan binkeyên leşkerî yên Tirkiyê hene.

Rudaw
Top