• Thursday, 19 February 2026
logo

Xalid Xuce: Em jibo wergirtina nerînên Barzanî hatin Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 5, 2015 Nûçe
Xalid Xuce: Em jibo wergirtina nerînên Barzanî hatin Herêma Kurdistanê

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Xalid Xuce ragehand ku, ew bi mebesta wergirtina nerînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê kongireyê Riyad, serdana Hewlêrê kirine.

Duh 5 Kanûnê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Xalid Xuce di di boltena seet 9 a kanala Kurdistan 24 (K24) de ragehand ku, serdana wî bo Herêma Kurdistanê serdanek fermî bû, jibo gotûbêj kirina kiîza Sûriyê û navçeyê bigiştî û got: “Bi dîtina Serokê Herêma Kurdistanê me xwest bizanin bê çareseriya kirîza Sûriyê çiye? Jibo em nerînên wî werbigrin, bitaybet jibo qonaxa veguhêz û çawaniya amadekariyên vê qonaxê, ev serdan serdanekî pozîtîv bû.” Herwiha tekez kir ku, Barzanî ti daxwaz arasteyî wan nekiriye, behsa kongireya Riyad jî kir û got: “Ev kongire netiştekî nûye, pêşniyara bo vî kongireyî berî çend mehan hate ragehandin, armanca vî kongireyî yekgkirina helwêsta opozisyona Sûriyê beramberî qonaxa veguhêz li Sûriyê.”

Herwiha tekez kir ku, Kurd pêkhateyekî serekîne û mafê wan di gelek dêkomêntan de hatiye, hindek ji wan hatine imze kirin û hindek jî hîna nehatine imze kirin û divê mafê wan were parastin, li ser wê yekê ku mafê Kurdan heye ku navçeyên xwe birêve bibin, û divê Kurdî li ser mafê pêkhateyên din alîkarbin.

Di beşekî din de ji axaftina xwe navborî derbarê Kantonên Rojavayê Kurdistanê got: “Kantonên Rojavayê Kurdistanê ne haletekî tendirûste, Partiya Yekîtiya Domkratîk (PYD) jî siyasetek nebaş li wir dide meşandin, siyaseta wan dibe sedema zêdebûna koçebriyê ji herêmê.”

Basnews
Top