3 polîs hatin kuştin
Ev 7 roj in li hinek taxên navçeya Sûrê ya Amedê derketina derve qedexe ye, şer û pevçûn jî di navbera hêzên Tirk û endamên YDG-Hê de didome.
Li gor agahiyan di encama pevçûneke navbera hêzên Tirkiyeyê û endamên YDG-Hê de polîsek bi qanasê hat kuştin û polîsek jî birîndar bû.
Ji aliyê din ve li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê ve jî saet 16.50yê li otomobîla polîsan bi çekên lûle dirêj êriş hat kirin.
Di encama wê êrişê de jî 2 polîs hatin kuştin û polîs jî birîndar bûn.
Hat gotin herdu polîsên birîndar ku birîna yekî dijwar e, bi ambilansê veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li herêmê hêzên Tirkiyeyê dest bi operasyonek berfireh kirine.
Rudaw
