Bexdayê bo Enqereyê: Vekişin! Heyîna we dijminkî ye
Piştî Tirkiyeyê leşkerên xwe şand nahiya Beşîkayê ya Mûsilê, Wezareta Derve ya Iraqê banîê Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçî derbarê wê mijarê dê agahî ji stand.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, ji Faruk Kaymakçî hatiye xwestin Tirkiye hêza xwe bilez ji axa Iraqê vekişe.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Cemal ve hatiye belav kirin û tê de wiha hatiye gotin: “Hêza leşkerên tirk bi destûra rêveberiya Bexdayê derbasî axa Iraqê bûye. Iraq heyîna leşkerên tirk li ser axa xwe weke helwestekî dijminî dibîne.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî hatina hêza Tirk bo parêzgeha Mûsilê derketibû û daxwaz kiribû ew hêz bilez ji axa Iraqê vekişe.
Ebadî wiha gotibû: “Hêza Tirk a ku derbasî nava axa Iraqê bûye bi hênceta perwerdeya hêzên Iraqê, rezamendiya me wernegirtiye. Ev pêngava Tirkiyê binpêkirina desthilata Iraqê ye û ziyanê digihîne pêwendiyê herdu welatan. Lewma em daxwaz ji Tirkiyê dikin rêz li têkeliyên me bigire û bilez ji axa Iraqê vekişe.”
Peyamnêrê Rûdawê ragihandibû ku, hêzeke Tirk derbasî Iraqê bûye û li nêzîkî bajarê Mûsilê bicîh bûne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza leşkerî ya Tirk ku hatiye parêzgeha Mûsilê ji 15 tank û 8 zirhiyên biçûk, 4 zirhiyên mezin, ambolansek, 13 otomobîlên leşkerî yên ji cureyê Hîno, gule û teqemenî, tankereke avê û 3 otomobîlên leşkerî, pêk tê.
Herwiha li gorî agahiyên Rûdawê jî, ku ji psporekî leşkerî wergirtiye, hejmara wê hêza Tirk ji 150 – 220 şêwirmend û leşkeran pêk tê.
Rudaw
