Peyamek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Mixabin hejmarek ji dezgehên ragihandinê nûçeyên wiha hatine belav kirin ku qaşo Herêma Kurdistanê, yarmetiya darayî li Şahnişîna Erebî ya Sû'ûdiye bi dest ketiye, ji bo wê yekê dûpat dikîn ku li vê rewşê de û li vê dema ku pirsa koçberan pêwîstî bi yarmetî û palpiştiyekî zêde heye, ev nûçe ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûneye.
Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê, pêwîstî bi yarmetî û palpiştiya hemû welatên cîran û hevsû û dostan heye bi taybetî niha ku li şerekî gelek dijwar û qeyranekî kûr ya aborî daye. Ji bo wê yekê li serdana Serok Barzanî ya her dû welatan da ev pirs gelek bi rûnî tekez li ser hatiye kirin û metirsiyên wê bi awayeke eşkere xistine rû.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
5ê Kanûna Yekema 2015ê Zayînî
