• Thursday, 19 February 2026
logo

Fûad Hisên: Dewleta Kurdî dê her ji dayik bibe

Gulan Media December 4, 2015 Nûçe
Fûad Hisên: Dewleta Kurdî dê her ji dayik bibe

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên diyar dike ku, dewlet li ser bingeha nasnameya Kurdistanî danûstanê ligel Herêma Kurdistanê dikin û ne li ser ti bingehek “taifî û mezhebî.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî heftiya borî serdana her yek ji Îmarata Erebî û Erebistana Siûdiyê kiribû.

Derbarê naveroka wê serdanê, Fûad Hisên ji K24 re ragehand ku “Behsa gelek babetan hat kirin, ji wan pirsa asayişa navçeyê, rewşa Iraq, Sûriyê, şerê DAIŞê û krîza aborî ya Kurdistanê jî.”

Hisên tekez kir ku, di wê serdanê de Siûdiyê ti pere pêşkeşî Herêma Kurdistanê nekiriye, wek ku çend malperên medyayî li Başûrê Kurdistanê belav kirine.

Kongreyê Riyadê yê opozîsyona Sûriyê

Derbarê pirsa ku gelo Serokê Herêma Kurdistanê pirsa beşdarîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di kongreyê Riyadê yê opozîsyona Sûriyê de gotûbêj kiriye?

Fûad Hisên wiha bersiv da: “Serok Barzanî ew pirs neaniye ziman, lê behsa rewşa Sûriyê û DAIŞê kiriye, bêyî ku pirsa kongreyê opozîsyonê bîne ziman.”

Barzanî pere ji Siûdiyê wernegirtine

Piştî serdana Erebistana Siûdiyê, çend dezgehên medyayî yên Başûrê Kurdistanê belav kirin ku “Barzanî 8 milyon dolar ji Sidûiyê wergirtine, ji bo ku piştgiriya projeya Sineyan bike.”

Fûad Hisên ew yek ji kokê ve red kir û got: “Projeya Sineyan çiye? Egere projeya wan ewe ku daxwaza federalîzmê bikin li Iraqê, ji xwe ew mafê wan ê destûrî ye, eger na Bexda bi xwe tije pirsgirêk e û nikare wan çareser bike, heta Kurd daxwaza tiştekî jê bike.”

Hisên tekez kir jî ku, ji encama serdana Barzanî, dê Siûdiyê heftiya bê balyozxaneya xwe li Bexdayê veke û piştire dê konsulxaneyekê jî li Hewlêrê veke.

Herêma Kurdistanê di kirîzek rasî de ye

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ew yek neveşart ku Herêma Kurdistanê di krîzek aboriyê de derbas dibe û wiha berdewam kir “Her pirsgirêke li Herêma Kurdistanê derkeve, pirsgirêkekê bo navçeyê peyda dike, rastiyek heye ku em di krîzek mezin de ne û ev yek bandorê li ser Pêşmergeyan dike, eger ew yek jî biqewime dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike, lewma pêwîste di zûtirîn dem de alîkariya Pêşmerge bê kirin.”

Ji ber 2 sedeman civînên pênc alî negehiştin encam

Serneketina civînên pênc alî li Herêma Kurdistanê derbarê pirsa serokatiyê de, vedigere 2 sedemên serekî, li gor ku Fûad Hisên diyar kiriye.

Sedma yekem ew bû ku: Vîna hin aliyan ji bo gehiştin bi rêkeftinê nebû.

Sedema duyem jî: Vîna hin aliyan nebû ku di nav xwe de bigehin biryarekê. Lê aliyên her du xalan jî diyar nekirin.

Hisên amaje kir jî ku krîza siyasî li Herêma Kurdistanê “tenê bi rêya danûstandinê û ne bi rêya cadeyê” tê çareserkirin.

Navborî diyar kir jî ku, dibe ji bo dîtina çareseriyekê ji pirsên siyasî re “Serokê Herêma Kurdistanê ligel hêzek yan du hêzên siyasî bicive.”

Pêweniyên Kurdistanê ligel welatan

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derve de, Hisên got ku, nabe behsa asayişa navçeyê bê kirin bêyî ku danûstandin ligel Herêma Kurdistanê bê kirin, li ser vê bingehê danûstan ligel Herêma Kurdistanê tê kirin.

Navborî red kir jî ku danûstana welatan ligel Herêma Kurdistanê li ser bingeha taifî yan mezhebî be û wiha berdewam kir “Li ser bingeha nasnameya Kurdistanî danûtan ligel Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Kurd tevlî bereyekê li dijî bereya din nabin

Niha reşa ewlehî ya navçeyê (Iraq û Sûriyê) bi ser du bereyan de hatiye parvekirin, bereya yekem a Rûsya û Îranê ye, bereya duyem jî Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê û Amerîka ye.

Derbarê piştgiriya Herêma Kurdistanê ji kîj bereyekê re, Hisên wiha axifî: “Kurd nabin beşek ji ti bereyê li dijî bereya din, pêwendiyên me ligel hemû aliyekî başin û em baştir jî dikin.”

Hisên amaje bi pêwendiyên ligel Tirkiyê û Îranê kir û got ku, hin rehendên dîrokî û aborî yên pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel her du welatan hene.

Navborî tekez kir jî ku, tiştek gelek metirsîdar e ku Kurd tevlî bereyekê li dijî bereya din bibin. Niha rewşek peyda bûye ku Kurd li dijî terorê ne û dijberên terorê jî sengerek cîhanî ye û Kurd di wê sengerê de ne.

Dewleta Kurdî

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi dewleta Kurdî kir û da zanîn ku, sala bê temenê rêkeftina Saykis-piko dibe sed sal, dibe ku guhertin têde çêbibin.

Navborî wiha berdewam kir “Dewleta Kurdî bi hêsanî jidayik nabe, lê rojek tê û her dê jidayik bibe.”

Derbarê metirsiyê Îran û Tirkiyê de ji dewleta Kurdî, Hisên got: “Ti carî Kurd nabin metirsiyek li ser cîranan.”

K24
Top