• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurdistan pêşwazî li hatina hêzên amerîkî dike

Gulan Media December 4, 2015 Nûçe
Kurdistan pêşwazî li hatina hêzên amerîkî dike
Amerîka ragihand ku bo şerê li dijî DAIŞê ewê hêzên bejayî bişîne Iraqê. Hikûmeta Iraqê hatina wan red dike, lê Herêma Kurdistanê pêşwazî li hatina wan dike.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Ashton Carter ragihand ku, bo pêşkêşkirina alîkariyan bo hêzên ku li ser erdê şerê DAIŞê dikin û pêkanîna operasyonên taybet, ewê hêzeke taybet bişînin Iraq û Sûriyê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zû ew biryara Amerîka red kir û got ku, pêwîstiya Iraqê bi hêzeke biyanî tune ye.

Lê kurd berevajî Hikûmeta Iraqê, pêşwazî li her pêngavekê dikin ku bo jinavbirina DAIŞê be.

Amerîka niha mijûlî avakirin û rêkxistina 2 tabûrên (lîwa) Pêşmerge ye, ku dê wan mîna hêzên amerîkî amade bike. Amerîka hem dê wan perwerde bike û hem jî wan biçek bike.

Li gorî agahiyên Rûdawê, biryar e di demeke nêzîk de ew çek bigihên wan herdu tabûran û di nava 8 hefteyan de perwerdeya wan çekan bê dayîn û piştre wan çekan bibin eniyên şer.

Fermandarê yek ji wan tabûran behsa bandora avakirina wê hêzê dike û dibêje, jibilî faydeya leşkerî, ew hêz xwedî bandoreke siyasî pir mezin e.

Her yek ji wan tabûran 2 hezar û 200 Pêşmerge li xwe digire. Dê hemû çek û pêdviyên leşkerî ji Amerîka werbigirin. Ev cara yekê ye ku, Amerîka wisa alîkariyê dide artêşeke navçeyê.

Rudaw
Top