• Thursday, 19 February 2026
logo

Lavrov behsa civîna xwe û Çavûşoglu dike

Gulan Media December 4, 2015 Nûçe
Lavrov behsa civîna xwe û Çavûşoglu dike
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavûşoglu tiştekî nû di derbarê xistina balafira Rûsî de negotiye.

Piştî ku li bajarê Belgrada paytexta Serbiya civînek di navbera Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyê de birêve çû, Sergey Lavrov ragihand ku Mevlud Çavûşoglu tiştekî nû di derbarê xistina balafira Rûsî de negotiye û da xuyakirin ku pêwendiyên wan ligel Tirkiyê ti caran venagerin weke berê.

Lavrov ragihand ku ew matmayî mane ku piştî xistina balafirê, Tirkiyê dibêje Rûsya bazirganiya petrolê bi DAIŞê re dike.

Sergey Lavrov got, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihandiye ku Amerîka wê lêkolînê li ser wan daxuyaniyên Tirkiyê bike û tekez kir ku Amerîka razî bûye bi girtina sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê vê pirsê çareser bike.

Hevdîtina duhî ya navbera Lavrov û Çavuşoglu piştî 3 caran daxwaza Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo lidarxistina hevdîtinekê ligel hevtayê xwe yê rûs hat. Li gor çavkaniyên rûs, piştî daxwazên rayedarên tirk, Lavrov razî bûye ku hevîdtinek kurt bi Çavuşoglu re pêk bîne.

Ev civîn, yekemîn hevsîtina berpirsên Rûsya û Tirkiyê piştî xistina balafira SU-24 a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve ye. Tirkiyê roja 24ê Mijdarê li ser sînorê xwe yê ligel Sûriyê balafireke SU-24 a Rûsya bi tohmeta ku sînorê esmanî yê Tirkiyê derbas kiriye û gun nedaye hişyariyên artêşa wî welatî, xist xwarê.

Piştî xistina balafira rûsî, kirîzek mezin di navbera her du welatan de derketiye.

Rudaw
Top