• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Almanya behsa serbixweyiya Kurdistanê hate kirin

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Li Almanya behsa serbixweyiya Kurdistanê hate kirin

Di panelekî de li Almanya Hêmin Hewramî behsa serbixweyiya Kurdistanê kir.

Di panelekî de yaku li Almanyayê bo berpirsê têkiliyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî hatibû organîzekirin û tê de zêdetir ji 300 kesî amade bûn behsa prosesa serbixweyiya Kurdistanê hate kirin.

Di panela han de yaku hijmareke zêde dostên gelê Kurd, siyasetmedar, akademîsiyen û kesayetiyên curbicur yên Almanî jî tê de beşdar bûn Hêmin Hewramî û organîzatorê panelê behsa prosesa serbixweyiya Kurdistanê û herwiha bandora girîng ya serbixweyiya Kurdistanê ya li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn kirin.

Her di heman panelê de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û operasiyona azad kirina Şingalê yaku bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî hatibû organîzekirin hate kirin.
Top