• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka çekên giran da Pêşmerge

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Amerîka çekên giran da Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê eşkere kir ku Amerîka çekên giran daye Pêşmerge û dê di demek kurt de bigihîje Kurdistanê.

Di vê derbarê de Emîndarê wezareta pêşmerge Cebar Yawer eşkere kir ku Amerîka biryar daye di çarçoveya şerê DIŞIê de çekên giran bide Pêşmerge û got, hinek ji wan çekan ketine rê û gihîştine Kuwiytê û dê mehek din derbasî Kurdistanê bibin.

Yawer derheqê curên wan çekan de jî agahî da û got, di nav wan çekan de topên giran û du-sê cure otomobîlên zirhî hene.

Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku Amerîka çawa hêzên xwe yên taybet bi çek dike wisa jî li Pêşmerge dinêre.

Derheqê naveroka hevdîtina şanda Wezareta Pêşmerge bi rayedarên Îtalyayê re jî Cebar Yawer got, piştî hevdîtinê, me lîsteya pêdiviyên xwe da rayedarên Îtalya. Di nav wê lîsteya me de çekên giran, cebilxane û keresteyên parastina li hember êrişên kîmyayî hebûn.

Yawer her wiha got ku Wezîrê Parastinê yê Îtalya soz daye şanda Pêşmerge ku wan çekan dabîn bike.
Top