• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêrwîj wê bêhtir alîkariya Pêşmerge bike

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Nêrwîj wê bêhtir alîkariya Pêşmerge bike

Hikûmeta Newrîjê radigehîne ku, ew amade ye alîkarî û hevkariya bêhtir pêşkeşî Herêma Kurdistan û Pêşmergeyan bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kanala TV2 a Nerwîjî de, daxwaz kiribû ku “Nerwîj bêhtir alîkariya me bike, çek û teqmeniyên bêhtir ji Pêşmerge re bişîne, ji ber ku Pêşmerge take hêze şerê rasteqîne li dijî DAIŞê dike.”

Wezîrê Derve yê Nerwîjî, Børge Brende bersiva vê daxwaza Barzanî da û got ku, ew amadene, bi awayekî zêdetir alîkariya Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bikin.

Børge Brende diyar kir jî ku, dê welatê wî hemû hewldanekê bike ji bo ku Hêzên Pêşmerge bi baştirîn awayî perwerde bikin, ji bo ku di şerê li dijî DAIŞê de hêj xurtir bibin.
jêder K24
Top