• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Bakûrê Kurdistanê 5 kesên din canê xwe ji dest dan

Gulan Media December 3, 2015 Nûçe
Li Bakûrê Kurdistanê 5 kesên din canê xwe ji dest dan


Li Amed û Mardîn 5 welatiyên din canê xwe ji dest dan.

Di çarçoveya alozî û pevçûnên heyî yên li bajarên curbicur yên Bakûrê Kurdistanê de, hate zanîn ku di encama şer û pevçûneke dijwar ya li Mardînê a di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyeyê de sê gerîla canê xwe ji dest dane û 10 kesên din ku welatiyên medenî ne birîndar bûne.

Herwiha li navçeya Sur ya Amedê jî di encama şer û pevçûnekî de Efserekî polîs û 4 gerîlayên pkkê canê xwe ji dest dan û 6 polîs û çar welatiyên din yên medenî jî birîndar bûne.
Top