• Thursday, 19 February 2026
logo

“Rûsya 5 ton çek daye YPGê!”

Gulan Media December 2, 2015 Nûçe
“Rûsya 5 ton çek daye YPGê!”
Hat gotin ku Rûsyayê 5 ton çek û cebilxane daye Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê dibêjin, balafireke kargo (ya veguhestina baran) ya Rûsya li nêzîkî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê daniye û ji YPGê re 5 ton çek û cebilxane biriye.

Li gorî agahiyên wan jêderan, ev yek îro danê sibê derdora saet 03:00 bi dema Sûriyê qewimiye.

Ev çend roj in hêzên YPGê bi çekdarên El Nusra û Ehrar el Şam re, li Helebê bi taybet li taxa Şêx Meqsûd, ku taxa kurdan e, şerekî giran dikin.

Heta niha YPGê ev agahî ne red kiriye ne jî piştrast kiriye.

Gellek caran taxa Şêx Meqsûd rastî êriş û topbarana El Nusrayê hatiye û gellek kes ji ber wê yekê hatine kuştin û birîndar bûne.

Rudaw
Top