Li Duhokê Gerîlayên PKKê li devera Berwarî welatiyekî îşkence dikin
Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li navçeya Berwarî ser bi parêzgeha Duhokê ve, welatiyekî destgîr dikin, piştî bo demekê wî îşkencw dikin wî azad berdidin.
Çavkaniyekê ji deverê ji BasNews re ragehand ku, roja Duşemê 30 Mijdarê Gerîlayên PKKê welatiyekî devera Berwarî bi navê Newzad Husên Mistefa, di dema ku wî welatî pûş û darên hişk dida hev, destgîr kirin û lêkolîn ligel wî kirine.
Çavkaniya BasNews ku kesekî nêzîkî Newzad Husêne, ragehand ku, Gerîlayên PKKê bi tundî kesê navborî îşkence kirine û piştre ew azad berdane.
Wê çavkaniyê ragehan jî ku, ev demeke rêjeya Gerîlayên PKKê li deverê bilinbûye, û zordariyê li xelkê dikin û bacan ji wan werdigrin.
Basnews
