Endamekî ereb ê Encumena Parêzgeha Kerkûkê hat kuştin
Şeva borî, endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê û berpirsê endamên ereb ên wê encumenê Mihemed Xelîl Cibûrî li nav bajarê Kerkûkê ji aliyê çekdarên ve nenas ve hat kuştin, di bûyerê de jina wî jî birîndar bû.
Derheqê wê bûyerê de parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, terorkirina Mihemed Xelîl Cibûrî hedefkirina pêkvejiyan, biratî û yekîtiya siyasî ya gelên Kerkûkê ye û terorîstên ku ew kar kirine, dixwazin li Kerkûkê tevliheviyê derxînin.
Necmedîn Kerîm diyar kir ku dê qatilên wî endamê ereb ê Encumena Parêzgeha Kerkûkê bên dîtin û darizandin.
Ji aliyekî din, Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî ferman da derheqê kuştina Mihemed Xelîl Cibûrî de lêpirsînek kûr bê kirin.
Par jî berpirsê endamên ereb ên Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ebdullah Samî Asî hatibû kuştin û li şûna wî Mihemed Xelîl Cibûrî hatibû hilbijartin.
Rudaw
