• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî û Şah Selman civiyan

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
Barzanî û Şah Selman civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji aliyê şahê Erebistanê Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.

Di berdewamiya serdana xwe ya bo welatê kendavê û civîn û hevdîtinên ligel berpirsên wan welatan, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana şah Selman bin Ebdulezîz şahê Erebistana Siûdiyê kir.

Barzanî bi germî ji aliyê Şah Selman ve hat pêşwazîkirin û piştre her du alî bi hev re civiyan.

Di dema pêşwazîkirina Barzanî de, 20 berpirsên pilebilind ên Erebistana Siûdiyê jî amade bûn.

Piştî civînê Şah Selman ji ber xatirê Barzanî mêvandariyeke firavûnê rêkxsit, ku cihnişînê şahê Siûdiyê Mihemed bin Selman jî têde amade bû.

Barzanî di berdewamiya geşta xwe y abo derveyî welat duh şev serdana Erebistana Siûdiyê kiribû.

Berî ku serdana siûdiyê bike, Barzanî serdana Îmrataê kiribû û bi rayedarên wî welatî re civiyabû.

Serokê Herêma Kurdistanê roja 28ê vê mehê dest bi geşta xwe y abo welatên kendavê kir.

Rudaw
Top