Serokê Çîkê behsa serxwebûna Kurdistanê dike
Serokomarê Çîkê, Miloš Zeman dibêje ku, dê Kurdistan her serxwebûna bidest bixe û meseleya wê tenê wext e.
Miloš Zeman di hevpeyvînek televîzyonî de got ku “Zû yan dereng dê Kurdistan serxwebûna xwe ragehîne. Bi rasî Hêzên Pêşmerge take hêza bejayî ye ku li dijî DAIŞê şer dike.”
Zeman diyar kir ku beriya niha ew ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiya ye û jê re ragehandibû ku dê her Kurdistan serbxwebûnê ragehîn e.
Navborî aşkere kir jî ku, di paşrojek nêzîk de wê Barzanî dema encamda giştpirsiya serxwebûnê diyar bikr.
Di Gulana îsal de, Barzanî serdana Çîkê kiribû û wek serokê dewletê pêşwazî lê hatibû kirin.
K24
