• Thursday, 19 February 2026
logo

Merkel: Em bi kurdan re ne

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
Merkel: Em bi kurdan re ne
Şêwirmenda Almanya Angela Merkel ragihand, têkiliyên Almanya ligel Herêma Kurdistanê di asteke gellek baş de ne û ew dê berdewam bin li ser alîkarîkirina hêzên pêşmerge.

Şêwirmendê Almanya Angel Merkel di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê behsa pêwendiyên navebra Almanya û Başûrê Kurdistanê kir.

Peyamnêra me li Almanya Ala Şalî ragihand, Angela Merkel got, ku wan di civîna navbera 28 welatên Ewropa ligel Tirkiyê behsa Herêma Kurdistanê jî kirin.

Merkel got: “Me bi Serokwezîrê Tikriyê Ahmet Davutoglu re derbarê kurdên Iraqê û maf û azadiyan li Tirkiyê jî axivt. Herwiha me behsa awareyên li Kurdistanê jî kir.”

Merkel tekez kir: “Almanya yek ji wan welatan e ku têkiliyên pir baş bi Herêma Kurdistanê re hene û alîkariyên leşekrî dide pêşmerge û alîkariyên mirovî digihîne awareyan. Em herwiha dê berdewam bin li ser piştgîrîkirina pêşmerge.

Ji destpêka êrişên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê û derketina şer di navbera DAIŞê û Kurdistanê de, Almanya berdewam di warê şandina şêwirmendên leşkerî, çek û teqemeniyên de alîakriya Herêma Kurdistanê kiriye û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Kurdistanê re civiyaye.

Almanya herwiha roketa bi bandor a Mîlan ji hêzên pêşmerge re şand ku ew çek di şerê hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de, balansa şer bi qazancê pêşmerge guherand.

Wezîra Bergirî ya Almanya Ursula von der Leyen jî bo piştgîriya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de heya niha 3 caran serdana Kurdistanê kiriye û di serdana xwe ya herî dawî de ku di 27ê Cotmeha îsal de bû, serdana hêzên pêşmerge şer kir.

Ursula von der Leyen di serdana xwe y abo kampa rahênanê ya Pilingên Zêrevaniyê li Binselawe ya Hewlêrê gotibû: "Ew şerê ku hûn dikin, bi tenê şerê we nîne, ew şer şerek e ku hûn li şûne me hemûyan dikin."

Rudaw
Top