• Thursday, 19 February 2026
logo

KCK: Ocalan nikare biryara çekdanîna me bide

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
KCK: Ocalan nikare biryara çekdanîna me bide
Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCK) ku PKK jî endamê wê ye, Cemîl Bayik di daxuyaniyekê de ragihand, Abdullah Ocalan nikare biryara çekdanîn yan nedanîna PKKê bide.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke ligel kanala BBC Turkî li bintara Çiyayê Qendîlê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyên giring dan.

Cemil Bayik amaje bi rewşa rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan kir û bo rewşa ku Ocalan têde ye, peyvên “selîbkirî ye” û “di tecrîdê de ye”, bi kar anî.

Cemil Bayik herwiha got: “Rêber Apo serokê tîma muzakereyê ye. Eger muzakereyê qebûl bikin, di rewşek wekhev û azad de wê muzakereyê birêve dibe. Yên di pratîkê de birêve dibin, em in. Di pratîkê de em berpirsyar in, rêber Apo ne berpirsyar e. Rêber Apo, li wê derê ne dikare tevgerê birêve bibe û ne jî pratîkê birêve bibe, herwiha ne jî dikare derbarê wan mijaran de ti cure biryarekê bide. Şansekî wî yê wisa û îmkanekî wî yê wisa nîne.”

Hevserokê KCKê di bersiva pirsyara Muxatebê rast ê pêvajoyê kî ye? Wiha bersivand:

“Aliyekê wê hikûmet e, dewlet e, aliyekê din Apo ye, PKK ye û hêzên demokrat ên li Tirkiyê ne, HDP ye. Ji derveyî wana ti muxatebek din nabe. Hewl didin kurdên alîgirên xwe derxin pêş, dixwazin wan wek muxateb nîşan bidin, lê belê ew hewlên wan pûç in.”

Di bersiva wê pirsyarê de ku “Gelo mesele derbarê vekişandina hêzên çekdar bo derveyî sînor de tenê biryar dê li wir were dan?” Bayik got: “Belê. Biryara wê yekê tenê em dê bidin, kesekî din nade. Ne HDP dikare bide û ne jî rêber Apo dikare bide. Rêber Apo di destê wan de dîl e.”

Cemil Bayik tekez jî kir, ku êdî bila ti kes li benda agirbestek yekalî nebe û eger hikûmet operasyonên xwe berdewam bike, dê zistana îsal dê gellek tund derbas bibe.

Rudaw
Top