• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan: Eger îsbat bikin ezê dest ji serokomariyê berdim

Gulan Media December 1, 2015 Nûçe
Erdogan: Eger îsbat bikin ezê dest ji serokomariyê berdim
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand: "Eger îsbat bikin ku Tirkiye baziganiya petrolê bi DAIŞê re dike, ez dê dest ji serokomariyê berdim."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku bo beşdarbûn di civîna lûtke ya li Parîsê ya derbarê keşûhewayê de li paytexta Fransa bajarê Parîsê de ye, li ser axavtinên Serokê Rûsya Vladimit Putin ku gotibû, Tirkiye bazirganiya petrolê bi DAIŞê re dike û petrolê ji DAIŞê dikire, bertekek tund nîşan da.

Recep Tayyip Erdogan bang li Vladimir Puti kir û got: “Eger her demekê ew tişt were îsbatkirin, ez di vê kursiyê de namînim. Ez ji birêz Putin re dibêjim, tu dê li ser kursiyê xwe bimînî?”

Erdogan da xuyakirin: “Di hevdîtineke du alî ligel xwediyê malê Hollande de me hevdîtinek hebû. Di vê hevdîtinê de me behsa têkiliyên navbera Tirkiye-Fransa kir. Jibilî wana, pêşhatên li herêmê diqewimin, pêşhatên herî dawî yên di navbera Rûsya-Tirkiyê de me nirxandin.”

Erdogan axavtina xwe wiha berdeawm kir:

“Îdiayên ku dibêjin, Tirkiye petrolê ji DAIŞê dikire, ne exlaqî ne. Heger belgeyek wisa hebe, bila derxin holê em bibînin. Welatên em jê petrolê dikirin diyar in. Wezareta Xezînedariya Amerîkayê gotiye, yek ji wan kesên ku ji DAIŞê petrolê dikirin, welatiyê Rûsya û Sûriyê ye. Bila di serî de hesaba wê yekê bide.”

Rudaw
Top