• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û John MecCain behsa hin mijaran kir

Gulan Media November 30, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û John MecCain behsa hin mijaran kir

Serokwezîrê Kurdistanê li gel heyeteke Amerîkî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke civata pîran ya Amerîkî bi Serokatiya Senator John MecCain kir û heyet ji çend dîplomat û Şêwirmendên leşkerî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr jî tê de beşdar bû heyeta mêwan jiber azad kirina erdnigariyeke gelek berfire ji destê terorîstên DIŞIê spasiya hêzên pêşmerge, hikûmet û gelê Kurd kir û herwiha bi minasebeta operasiyona azad kirina Şingalê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge û Serokatiya Kurdistanê kir û hevxemiya xwe jî bo kesûkarên şehîdên şerê dijî terorîstên DIŞIê diyar kir.

Heyet di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku vê hevkariyên Amerîkayê yên bo hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge bidomin.

Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa armanca serdana xwe kir û eşkere kir ku mebest ji serdana han ewe daku ji nêz ve hayedarî rewşa Kurdistan û eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê bibin û lêkolîn li ser pêdiviyên Kurdistanê bikin û raportek jî di wan mijaran de radestî îdareya hikûmeta Amerîkayê bike.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta mêwan û hikûmeta Amerîkayê kir û hevkariyên hikûmeta Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge were kirin daku teror bi temamî were ji navbirin.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa hatina hijmara zêde ya penaberan bo Kurdistanê kir û eşkere kir ku di demekî de ku Kurdistan rastî qirîzeke mezin ya abûrî hatiye ev hijmara zêde ya penaberan jî jiber gefên terorîstan berê xwe dane Kurdistanê û ew yek jî bûye sedema bargiranî li ser stuyê Kurdistanê lewre lazime di warê hevkarî kirina penaberan de civaka cîhanî û Amerîka zêdetir hevkariya Kurdistanê bikin.
Top