• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî ligel serfermandarê Îmaratê civiya

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Barzanî ligel serfermandarê Îmaratê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Serfermandarê Îmarata Yekgirtî Mihemedn Bin Zeyd Alnahyan civîya.


Ajansa fermî WAM a Îmarata Yekgirtiyê ragihand Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serfermandarê Îmarata Yekgirtî Mihemedn Bin Zeyd Alnahyan civîyan û mijarên xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û taybetê jî mijarên aborî gotûbêj kirin.


Di hevdîtinê de hat gotin peywendiyên dostanê dê di berjewndiyên herdu aliyan de be.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana xwe bo Îmarata Yekgirtî biryar e serdana Erebistana Siûdî jî bike.


Duhî Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de bi rêya Balafirgeya Hewlêrê ya Navdewletî ligel şandekê çû welatên Kendavê.

Rudaw
Top