Termê Tahir Elçî li Amedê hat veşartin
Termê parêzerê Kurd Tahir Elçî li Amedê hat veşartin.
Piştî ku li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê di dema presskonferansekî de Serokê Sendîkaya parêzerên Amedê Tahir Elçî rastî êrîşekî terorîstî hat û canê xwe ji dest da, duhtermê vî li Amedê bi beşdariya hijmareke gelek zêde ji Kurdên Bakûrê Kurdistanê li Amedê hate veşartin.
Di dema veşartina termê Elçî de çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku ev êrîşa han li ser gelê Kurd hatiye kirin û lazime bilez bikuj werin dîtin û cezakirin.
