• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê Kurdistna û Iraqê bibin 2 cîranên baş

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê Kurdistna û Iraqê bibin 2 cîranên baş

Şêwirmendê Encumena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, baştirîn çareserî bo pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistnê û Iraqa Fedral ew ku bibin 2 cîranên baş.

Îro 29 Mijdarê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Nerwêc li Urdin û Iraqê xatûn Sîsêl Birêyî û şanda ligel wê kir.

Di civînê de rewşa siyasî bi giştî hate behs kirin, Şanda mêvan pîrozbahiya Pêşmerge derbarê serkeftina operasyona azad kirina Şingalê de kir û amaje bi qehremanî û qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Beramberî Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, Pêşmerge karîbûn çekdarên DAIŞê têkbişkînin û navçeyek fireh ji wan paqij bikin, lê jibo tinekirina DAIŞê bi yek carî pêwîstî alîakriya bêhtire û divê Civata Navdewletî Pêşmergeyan pirçek bike ji niha bêhtir.

Di tewerekî din de, gotûbêj derbarê pirsgirêkên Iraqê de bi giştî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda de hate kirin ku, roj li pey rojê nakokiyên navbera herdu aliyan de kûrtir dibin, li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî ragehand: “Jibo çareseriyek rasteqîne divê hin riyên din bêne dîtin, ku pêkhateyên Iraqê bi gotûbêj û têgihştina ji hev, bighên çareseriyê, baştirîn çareserî jî ewe ku Bexda û Hewlêr bibin du cîranên baş.”

Herwiha di vê civînê de behsa qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê hate kirin û amaje bi wê yekê kir ku, divê Civata Navdewletî alîkarbe jibo çareser kirina qeyranên Herêma Kurdistanê û nehêle ji wilo bêhtir qeyran kûrtir bibe.

Herwiha di civînê de, mijarên wek pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî bi giştî hatin gotûbêj kirin û tekezî liser çareseriyên aştiyane hate kirin.

Basnews
Top