YPGê gefa bersivdayînê li Tirkiyê xwar
Hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li hember herêma Girê Spî berdewam gule û topan davêjin aliyê Rojava. Carna bi saetan ew êriş didomin.
Derbarê wan êrişan, Fermandarê YPGê yê Eniya Girê Spî, Kajîn Kobanî ji malpereke PYDê re ragihand: “Artêşê Tirk êrişên xwe yên li ser çeperên me li Kantona Kobanî didomîne.”
Kajîn Kobanî diyar kir ku piştî kontrolkirina herêma Girê Spî Artêşa Tirk hêza xwe tevî çekên giran û tankan li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Girê Spî de zêde kir.
Wî fermandarê YPGê wiha got: “Hêzên Tirkiyê bi awayekî fermî 24ê Cotmeha 2015an dest bi toprankirina çeperên me bi çekên giran kir û heta niha jî didomin. Leşkerên tirk bi çeka A4 devera Zeytûnê û gundê Til Findirê yên dikevin rojavayê Girê Sipî dike armanc. Herwiha bi çakên doçka û BKC depoyên genim ên Girê Spî yên li ser sînor gulebaran kirin. Dîsa gundê Yabisê yê 5 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî gulebaran kirin.”
Kajîn Kobanî wiha domand: “Dewleta Tirkiyê êrişên xwe yên li ser gundên herêmê bidomîne û sînorê xwe derbas bike, emê xwe biparêzin. Em ji her kesî re dibêjin emê bersiva wan bidin û mafê xwe yê rewa bikar bînin.”
Rudaw
