• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojnameyên Tirkiyê- Qasidê aştiyê hat kuştin

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Rojnameyên Tirkiyê- Qasidê aştiyê hat kuştin
Mijara sereke ya rojnameyên Tirkiyê îro 29 Mijdarê bi tevahî kuştina parêzerê mafê mirovan û Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ye. Elçî bi wateya xwe "qasid" di giraniya manşetan de wek "qasidê aştiyê hat kuştin" cî digre.

Protestoyên li seranserî welêt û pirs û pirsyarên li ser siya vê kuştinê di hemû rojnameyan de cî girtiye. Serokwezîr Davudoglu radigihîne ku dê ev kuştin di reşahiyê de neyê hêlan.

Rojname amaje bi wê yekê jî dikin ku bi mehan e, Elçî bi daxuyaniyên xwe yên aştîxwaz bûbû hedef li ser zimanê nijadperestan ji her qadê. Mijara duyemîn jî derza li ser pêwendiyên Rûsya û Tirkiye ye ku tê gotûbêjkirin ji aliyê siyasî û aborî û civakî ve.


CUMHURIYET


Elçiyê aştiyê qetilkirirn.
Hertim tundûtûjiya PKKê û îhlalkariyên dewletê rexne dikir. Duhî parêzerekî aştiyê yê bêalî hate qetilkirin, Tahir Elçî li ber minareya 4 ling di dema daxuyaniya ragihandinê de hate kuştin. 2 polîs şehîd in rojnamevanek birîndar e. Medyaya sosyal bi giranî bal kişand ser kuştina Hirant Dînk ya 8 sal berê ku bi şêweyekî nêzîkî vê bûyerê hatibû qetilkirin. Kuştina Tahir Elçî mora xwe li rûniştina meclîsê jî da, HDPyî bi ser aliyê AKPê ve qîjiyan "kujer hûn in" . CHPyî ma hûnê me bi kuştinê xelas nekin gotin.
- Kremlîn,divê hin kes Anqara rawestînin. Berdevkê Kremlîn Peşkov, axaftinên Erdogan ên li hember Rûsya wek "şanoya absurd" bi nav kir. Û bang li wan welatan kir ku bandora wan li ser Anqara heye da ku sînorekî jê re deynin.


SABAH


Provokasyona herî kirêt.
Serokê baroya Diyarbekir di êrişa PKKyîyan de hate kuştin.
Erdogan bang li Rûsya kir. Werin em vê meselê di navbera xwe de çareser bikin. Em herdû alî jî ne xwediyê wî şansî ne ku xêzekê bikêşin ser yê din.


MILLIYET


Ewê di êrîşa bi ser Tahir Elçî de ku direve endamê YDG-H Mahsûn Gurkan e. Mahsûn Gurkan rojek berê bi otomobîleke Toros ligel 2 kesan êrişî ser otmobîleke polîsan kiribû û karîbû bireve.
-Erdogan, ev bûyer nişan dide ku em çendîn mafdar in di şerê li hember terorê de.
- Der Spiegel, kovara Alman hêzên bejê yên Rûs nişan da li Laziqiyê. Rûsya heta niha nedipejirand ku hêzên bejahiyê şandiye nav Sûrî.


HABER TURK

"Bila şer çênebe"
Gotinên dawî ku ji devê Tahir Elçî derketin ev bûn.
Serdozgeriya Diyarbekir û çendek parêzer piştî bûyerê çûn ciyê cî ji bo vekolînê , rastî êrîşeke bombeyî hatin, du polîs birîndar bûn vekolîn neçû serî.
- Pûtîn çûna karkerên Tirk ji bo nav Rûsya qedexe kir.


ZAMAN

Guleyeke reş bi ser serokê baroya Diyarbekir de.
Wezîrê Navxwe, Elçî di navbera şerê hêzên ewlehiyê û trorîstan de ma. Serokwezîr amaje bi îhtîmala "sûîkastekê" kir. Dijbere jî wan çeteyan nîşan dide ku wêrekî û rayedarî bi wan hate sipartin heta niha. Li Sûrê derketin qedexe ye, li gelelk bajaran xwepêşandan li dar in.
- Putin bendên giran pesend kir li hember Tirkiya. Ji serê salê û pê de ev tişt tên kirin: berhem û malên ku ji Tirkiye biçin dê rê pê neyê dayîn ku derbas bibin. Karkerên nû yên Tirk dê neyên wergirtin bo kar. Rêwîtiya bê vîza ya li ser herdû welatan dê bê hilanîn. Dê firotina bilêtan qedexe be ji bo wan kesên ku bixwazin biçin Tirkiyeyê.


YENÎ ŞAFAK


Qurbaniyê dawî yê terorê.
PKK Serokê baroya Diyarbekir kuşt. Davudoglu, hedef Tirkiye ye, emê nehêlin ev kuştin di tariyê de bimîne.
- Rûsya YPG dajo bi ser eniyê de. Rusya piştî qeyrana balafirrê harîkariya YPGê kir ku biçe nav Cerablûs û Ezez, mebest ew e ku pêwendiya Tirkiye li gel hêzên muxalif qut bikin. Hêla Rûs û Îran bi destê YPGê dixwazin kembera bakûr ya Sûrî pêk bînin ku ev hêla sor e ji bo Tirkiya.
- Li Belçîka û Îtalya, deriyên mizgeftan mifte kirin.


VATAN


Erdogan, li Balikesîr guliyekî ji dara zeytûnê hilkir û bang li Rûsya kir, em bi rastî xemgîn in werin em vê meseleyê çareser bikin. Hêviyên xwe yên ji bo hevdîtina li Parîsê dubare kir.
- Bi 30 hezar leşkerî kontrola sînorî. WSJ nivîsand, li kombûna G20 ev biryar hat wergirtin. Tirkiye dê 98 kîlometrê di navbera Cerablûs û Çobanbey de bi 30 hezar leşkerî biparêze, Amerîka jï ji hewayê harîkariya Tirkmenan bike.


GUNDEM


Li nîvê Amedê gulleya Serayê.
Parêzerê mafê mirovan, serokê baroya Amedê li nîvî bajêr bi guleyekê bi nîşan hate kuştin. Bi mehane Elçî ji aliyê derdorên Serayê û hemû nîjadperestan ve hedef dihate nîşankirin. Qetla Elçî bû sedemê behntengiyeke bê sînor li ba xelkê.

Rudaw
Top