• Thursday, 19 February 2026
logo

Xurmatu – Heşdî Şe’bî carek din dest bi revandina welatiyên Kurd kir

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Xurmatu – Heşdî Şe’bî carek din dest bi revandina welatiyên Kurd kir

Çekdarên Heşdî Şe’bî, jiber êrîşa xwekujî ya doh ku Tirkmenên Şîe kiribû amanc, Kurdan tawanbar dikin.

Rêveberê Ragehandina Qaymeqamiya Xurmatu ragehand ku çekdarên Heşdî Şe’bî hejmarek welatiyên Kurd revandine.

Piştî êrîşa xwekujî ya doh ku di encam de 5 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndarbûn, çekdarên Heşdî Şebî dest bi girtin û revandina welatiyên Kurd kirin.

Derbarê mijarê de Rêveberê Ragehandina Qaymeqamiya Xurmatu Mihemed Fayiq bo BasNews ragehand ku çekdarên Heşdî Şe’bî li taxa Eskerî xala pişkînînê danîne û çend welatiyên Kurd jî revandine.

Fayiq diyar kir ku ev kiryara wan di demekê de ye ku di navbera aliyên siyasî yên Kurd û Tirkmenan de rêkeftinek hatiye îmzekirin û li gor vê rêkeftinê jî divê ewlekariya navçeyê ji aliyê polîsên xwecihî bê parastin.

Mihemed Fayiq diyar kir ku Tirkmenên li herêmê ji ber êrîşa doh Kurdan tawanbar dikin û dibêjin ‘’we rê ji vê êrîşê re vekiriye’’ lê ev tomet ne rast e.

Basnews
Top