• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Obeyidî civiyan

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Obeyidî civiyan

Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê kir.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî îro danê êwarê li gel wezîrê berevanî yê Îraqê Xalid Obeyidî û Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê Enwer Hemed Emîn civiya û di civînê de behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî û leşkerî yên li deverê û çawetiya hemahengiya navbera dezgehên ewlekarî û leşkerî yên Kurdistan û Bexdayê hate kirin.

Di civînê de li ser pirsa azad kirina Mûsilê de jî giftûgo hate kirin û Obeyidî azad kirina Şingalê bi serkeftineke mezin û dîrokî wesif kir û anî ziman ku vê azad kirina Şingalê bandoreke mezin li ser azad kirina Mûsilê jî bike.
Her di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku Kurdistan vê tenê li gel hêzên fermî û destûrî yên Îraqê de nizîkatî dike jiber ku ew hêzên han nabin sedema çê kirina hesasiyetên etnîkî.

Derbarê beşdarî kirina hêzên pêşmerge di operasiyona rizgar kirima Mûsilê de jî Mesrûr Barzanî got: Pêşmerge hêza yekane û bi nadore ku di warê bejahî de şerê terorîstan kiriye lewre vê pêşmerge bo ji nav birina terorîstan hevkariya tevahiya aliyên li her deverekî de bike lêbelê pêvajoya piştî rizgar kirima Mûsilê bo Kurdistanê gelek girînge lewre lazime beriya rizgarkirima Mûsilê ev pêvajoya han were zelalkirin û li ser vê jî rêkeftin were îzmekirin daku diyar bibe ku hêzên pêşmerge vê li çi deverekî werin bicîhkirin û herwiha çawe îdareyeke hevbeş bo îdare kirina vê parêzgehê tê damezrandin daku şaşiyên berê li hember pêkhateyên cuda neyên dubarekirin.
Her di civînê de wezîrê berevanî yê Îraqê jêhatîbûn û qehremaniya hêzên pêşmerge bi girîng wesif kir û eşkere kir ku heta niha Bexda weke pêwîst hevkariya pêşmerge nekiriye û hêvî xwest berbestên siyasî yên berdem hevkarî kirina hêzên pêşmerge werin ji navbirin.
Top