• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan telefona hevjîna Tahir Elçî kir

Gulan Media November 29, 2015 Nûçe
Erdogan telefona hevjîna Tahir Elçî kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sersaxî da hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Turkan Elçî.


Duh danê nîvro li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di dema daxuyaniya rojnamevanî de rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.


Bi vê helkeftê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ji bajarê Balikesîrê vedigeriya Stenbolê, bi telefonê bi hevjîna Elçî, Turkan Elçî re axivî û sersaxî da wê.


Li gorî medyaya Tirkiyê, Erdogan xemgîniya xwe li hember kuştina Tahir Elçî aniye ziman û gotiye, ew bi wê bûyerê pir êşiyaye.


Di bûyera duh de, 2 polîs jî hatibûn kuştin.

Rudaw
Top