Li sînorê Efrînê şer e: YPG`ê 4 çete girtin
Şeva borî çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî gundên herêma Efrînê kirin, di wî şerî de 4 çete ji aliyê şervanên YPG’ê ve bi saxî hatin girtin.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA`yê, çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şam şevêdin bi hevre êrîşî gundê Merîmîn ê Efrînê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersivek tund da û pevçûn derketin. Di pevçûnan de 4 çete bi saxî hatin girtin. Pevçûnên li herêmê didomin.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li Efrînê, Firat Xelîl diyar kir ku çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê li hev kirine ku şerê hev nekin û niha êrîşî gundên Merîmîn û Anab en Efrînê dikin. Xelîl got ew jî wekî YPG’ê bersiva êrîşan didin û şer didome.
ANHA- Xendan
