• Thursday, 19 February 2026
logo

Siyasetvanê rûs: Bi atomê li Stenbolê bixin

Gulan Media November 27, 2015 Nûçe
Siyasetvanê rûs: Bi atomê li Stenbolê bixin
Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovski daxwaz kir, Rûsya li hember Tirkiyê çekên atomî bi kar bîne. Vladimir Jiriniovski got, nehêlana bajarê Stenbolê ji me re ne karekî zehmet e. Tenê bombeyek atom jê re pêwîst e.

Piştî xistina balafira şer a Rûsya ya ji curê SU-24 ji aliyê Tirkiyê ve, bertekên tund ên berpirs û siyasetvanên Rûsya li hember Tirkiyê dijwartir dibin.

Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovski di daxuyaniyeke ligel radyo ya Mosokowê de bi tundî êrişî Tirkiyê kir û daxwaz ji rayedarên Moskowê kir, bi çekên atomî bersiva Enqerê bidin.

Vladimir Jirinovski ji radoy ya Moskowê re wiha got:

“Ji me re nehêlana Stenbolê ne karekî zehmet e. Em tenê bombeyekê atomê bavêjin kendava Bogaziyê, bi rabûna tsunamiyek 15 metrî bajarê 9 milyonî yê Stenbolê dê bi erê re bibe ye.”

Roja sêşemî 24ê Mijdarê, Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê baalfireke şer a Rûsya ji curê SU-24 xist xwarê.

Tirkiyê ragihand, ku ew balafira rûsî sînorê Tirkiyê derbas kiribû û çend caran hişyarî wergirtibû, lê belê ji ber ku guh nedabû hişyariyan, ji aliyê balafirên F 16 ên Tirkiyê ve hat xistin.

Rûsya wê îdiaya Tirkiyê red dike û dibêje, balafira wan di nav axa Sûriyê de bûye û her li wir rastî êrişa roketan hatiye.

Piştî wê bûyerê têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiye gellek aloz bûne û Serokê Rûsya Vladimir Putin jî ragihand, ku hevkarên terorîstan ji pişt ve xencer li Rûsyayê dan.

Putin daxwaz kiriye, Tirkiye daxwaza lêborînê bike û tezmînatê bide Moskowê, lê Tirkiye ew yek red kiriye.

Rudaaw
Top