• Thursday, 19 February 2026
logo

Raste rast çek bo Hêzên Pêşmerge bên şandin baştir dibe

Gulan Media November 27, 2015 Nûçe
Raste rast çek bo Hêzên Pêşmerge bên şandin baştir dibe

Şêwirmendê Leşkerî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Harry Schute, derbarê pêşketinên Hêzên Pêşmerge de ji K24ê re got: "Pêşketina Pêşmergeyan bi piştîvaniya Hêzên hevpeyman pêngaveke baş bû, ev pêşketin jî çênedibû eger hevahengî di navbera wan herdu hêzan de nebûya."

Harry Schute da zanîn ku ew wek fermandeyekî berê yê leşkerî diaxife û wiha axifî: "Siyaseta Amerîkayê ew e ku rasterast ligel hikûmeta Bexdayê danûstandinê dike, tişta niha jî Amerîka kar li ser dike, ew rewş e."

Li ser mijara şandina alîkariyên leşkerî bi awayekî raste rast bo Pêşmergeyên Kurdistanê, Schute nerîna xwe wiha anî ziman: "Eger ew çek û alîkariyên leşkerî, raste rast bigihin destê Pêşmergeyan, bandoreke baştir û bileztir dike, lê belê Hêzên Hevpeyman danûstandinê ligel hikûmeta Bexdayê dikin."

Harry Schute, hewldana Kongresa Amerîkayê ku dixwaze bi awayekî raste rast çek ji Pêşmergeyan re bên şandin, wek pêngaveke baş dibîne û dibêje; Amerîka vî karî nake û hikûmeta Amerîkayê jî piştgiriya polîtîkayên Iraqê dike.

Li gor Harry Schute, gelek sedem hene ku Amerîka raste rast ligel Kurdan hevahengiyê neke û got: "Ez bi xwe di vê rewşê de ne ligel hikûmeta welatê xwe me, lê evna biryara îdareya Amerîkayê ye."

Derheqa beşdarbûna Hêzên Pêşmerge di azadkirina bajarê Mûsilê yê Iraqê û Reqaya Sûriyeyê de jî, Schute wiha axifî: "Pêşmerge dikarin rola xwe di azadkirina Mûsilê de bibînin, lê dive rola aliyên din jî hebe, herwiha divê hevahengî ligel daniştvanên wan herdu bajaran bê kirin, dibe sud ji hêzên din ên Kurdî û daniştvanên wan bajaran jî bê wergirtin."

Basnews
Top