• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê û Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê kir

Gulan Media November 26, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraqê û Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê kir
Roja pênçşem 26.11.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Xalid Ubeydî Wezîrê Bergiriyê Iraqê û Ferîq Rukin Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku rêzdar Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Bergiriyê Iraqê, pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û ragihand: Ji bo ewe hatime pîrozbahiya wê serkeftina mezin li we bikim ku bi serkirdayetiya cenabê we bi dest hat û bandoreke gelek mezin li ser proseya azadkirina Mûsil dibê û bi azadkirina Şingalê ablûqeya li ser terorîstan tengtir bûye û morala hemwelatiyên Iraqê jî bilind kir. Wezîrê Bergiriyê Iraqê serxweşiyê pêşkêşî kesukarê şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Iraqê Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li parêzgehên Iraqê agahdar kir. Her wiha rewşa parêzgeha Rumadî û Musil û paşaroja Musil xistin ber behs û tekez jî li berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de hemahengî û karê hevbeşê Bexda û Herêma Kurdistanê li warê serbazî û asayîş ji bo rûbirûbûna terorîstan guftûgo kirin.


Top