Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Mala Êzdiyan li Almanya kir
Di destpêka hevdîtinê de Serokê Mala Êzdiyan li Almanya ragihand ku ji bo ewe hatime pîrozbahiya serkeftina mezina Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî bikin û ragihand: Ew karesata li ser Êzdiyan da hat gelek mezin bû, lê belê dema Serok Barzanî sozê bi Babe Şêx û Êzdiyan da, em piştrast bûyîn ku soza xwe bi cîh dike û ew bi xwe serkirdayetiya wan operasyonan kir û îro em ji bo pîrozbahî û destxweşiyê li Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge li virîn û spasiya we dikîn.
Serokê Mala Êzdiyan li Almanya her wiha ragihand: Karesata Şingalê birînekî kûr bû, lê belê li heman demî de yekbûna gelê Kurdistanê selmand û bi hêztir kir, em Êzdî 74 ferman li ser me de hatiye, li 73 fermanên derbasbûyî de bê pişt û pena û mezlûm bûyîn, lê belê li vê fermana dawî da hemû xelkê Kurdistanê piştevan û hevxemê me bûn û hemû şiyanên xwe jî ji bo kevînkirin û sarêjkirina birînên me xistin rû û cenabê we sozê bi me da û soza we pêkhat. Li ser asta cîhanê jî Êzdî wekî beşekî veneqetiyê gelê Kurdistanê û ji olek zêdetir nav û dengê xwe derxist û sozekî cîhanî ji bo me hebû.
Her li vê hevdîtinê de şanda Mala Êzdiyan hêvî xwestin ku hemû hewlan ji bo zûtir avadankirina Şingalê bixin rû.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ragihand: Karesata Şingalê ji bo me Kurdan beşeke ji zincîra wê êşa li ser gelê me da hatine û dirêjahiya enfal û kîmyabaran û wêrankirina bajar û gûndên me bû û gelek jî me êşand, lê belê vê carê jî derket ku eger dijmin ziyanê jî bi me bigihîne li dawiyê de her îradeya gelê me serdikevê. Her wiha ragihand ku ew bawerî bi xwebûna li cem xuşk û birayên Êzdî dirust bû gelek girînge, hemû gelê Kurdistanê piştevanê xuşk û birayên Êzdiye.
Serok Barzanî dilniyayî jî bi xuşk û birayên Êzdî da ku her çi li şiyana me de bê ji bo avadankirina Şingalê û baştirkirina jiyana wan kêmasî nayê kirin û paşarojeke geş li benda wan dike.
