• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê Derveyê Fransa bersîva peyama hevxemiya Serok Barzanî da

Gulan Media November 26, 2015 Nûçe
Wezîrê Derveyê Fransa bersîva peyama hevxemiya Serok Barzanî da
Li bersîva peyama hevxemiya Serok Barzanî ya ji bo gel û Serokê Fransa, Laurent Fabios Wezîrê Derveyê Fransa bersîva peyama birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê da ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê gelê Fransa û bi navê şexsê xwe, spasiya we dikim ji bo derbirîna pirse û serxweşiya we ya piştî wê êrîşa xwînaviya ku Fransayê kire armanc.

Ew piştevaniya ku cenabê we li vê dema dijwar de we nîşan daye, ji bo me bihayekî xwe ya girîng heye. Îro Fransa li şîn û matemînê daye û serxweşiya qurbaniyên xwe dike. Lê belê tu demekî rê nade bê têkşikandin, her ji niha ve rabûye û li ser axa xwe û her wiha li hemû cîheke cîhanê da li berengarbûna tirsa nemirovaneya terorîzm da berdewam dibê.

Li beranber wê belayê da ku hereşeyê li me hemû aliyek dike, me pêwîstî bi karê zêdetirê hevbeş heye, bi yekxistina hemû şiyanên ji bo xizmetkirina biha û baweriya cîhaniyên me yên hevbeş. Dilniyame ku dikarîn li van erk û armancan da pişt bi beşdariya we bibestîn.

Tikaya min ewe cenabê Serok, gelek rêz û hurmetên min qebul kerembikin.

Laurent Fabios
Wezîrê Derveyê Fransa
Parîs
23.11.2015

Top