Şaxa Hewlêrê ya Waqfa Îsmaîl Beşîkçî vebû
Waqfa Îsmaîl Beşîkçî şaxê xwe yê Hewlêrê doh li Hola Piştevanî, bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de ligel civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikçî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û gelek rewşenbîr û nûnerên Saziyan jî beşdar bûn.
Di destpêka merasîmê de Serokê Desteya Rêveber a Waqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz derbarê armanca vekirina waqfê de axivî û got ku Îsmaîl Bêşîkçî wîcdanê mirovahiyê ye û jiyana xwe jî bo aşkerekirina rastiya civaka Kurdan terxan kiriye.
Piştî Gurbuz her yek Newzad Hadî, Xalid Doskî û Mem Botan jî gotarek pêşkeş kirin. Îsmaîl Beşîkçî jî di merasîmê de axaftinek kir û spasiya hemû kesên ku alîkariya vekirina waqfê kirine, kir.
Beşîkçî got ku Hewlêr dê bibe navendek giring ê bazara petrolê, divê weke navendek giring ê dîroka Kurd, çand, huner û navenda pêşketina hizra neteweyî jî bê naskirin.
Beşîkçî diyar kir ku herêm ji qonaxek giring re derbas dibe û got: ‘’Beriya şerê DAIŞê di Hezîrana 2014’ê de ji sedî 65’ê Kurdistanê di bin kontrola Rêveberiya HeRêma Kurdistanê de bû. Piştî destpêkirina şer Pêşmergeyan ji sedî 90 kontrol kir, bi serkeftina Şingalê jî bû ji sedî 95. Divê êdî rapirsiya serxwebûnê bikeve rojevê.’’
Beşîkçî diyar kir ku ji bo Kurdan tenê rêyek heye û ew jî dewletbûne û divê vê yekê jî bi Bexdayê re di nava diyalogê de bikin.
Îsmaîl Beşîkçî di axaftina xwe de got ku ku ya giring daxwaz û yekîtiya Kurdan bixwe ye, wê helwesta Kurdan diyarker be. Lewma divê hevgirtina partiyên Kurdan hebe û rêketfita stratejîk a di navbera YNK û PDK jî ji nûve bê zindîkirin.
Basnews
