• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya li kamyonên tirkan da – 7 kuştî, bi dehan kamyon şewitîn!

Gulan Media November 26, 2015 Nûçe
Rûsya li kamyonên tirkan da – 7 kuştî, bi dehan kamyon şewitîn!
Balafirên Rûsya li nêzîkî sînorê Tirkiyê, kamyonên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibûn, dan ber bombeyan. Di encamê de 7 kes hatin kuştin, bi dehan kamyon jî şewitîn.

Duh li devera Ezazê ya Helebê û nêzîkî sînorê Tirkiyê, kamyonên ku ji deriyê Kilîsê re derbasî Sûriyê bibûn, ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di wê bûyerê de 7 kes hatin kuştin, 10 kes birîndar bûn û nêzîkî 20 kamyon jî şewitîn.

Hinek çavkaniyên Tirkî dibêjin, ew kamyon ji aliyê saziya alîkariyên mirovî ya Tirkiyê ya bi navê “ÎHH” ve hatibûn şandin û barê wan jî “alîkariyên mirovî” bû. Lê rayedarekî ÎHH gotiye, ew kamyon ne yên me ne.

Li gorî hinek çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, ew kamyon ji aliyê balafirên Rûsya ve hatin bombebarankirin.

Tê gotin ku Rûsya bi vê yekê dixwaze tola balafira xwe ya ku roja 24ê vê mehê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibû xistin, veke.

Heta niha ne rayedarên Tirkiyê ne jî yên Rûsya tiştek li ser wê bûyerê negotine.

Rudaw
Top