Davutoglu: Fermana lêxistina firokê min da
Serokwezîrê Tirkiyê daxuyand ku fermana lêxistina firokeya Rûsî wî bi xwe daye û got: ‘’Di civînan de bin ji bo fermandaran gotiye ka divê çi bikin.’’
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro di civîna Koma Ak Partî de axivî û derbarê xistina firokeya Rûsî jî got: ‘’Me hişyarî da lê pêk ne anîn. Li ser vê jî ji aliyê hêzên esmanî ve hate xistin.’’
Davûtoglu da zanîn ku wî bixwe fermana bersivdayina her awayê derbaskirina sînoran daye û wiha got: ‘’Di civînên me de min ji fermandaran re gotiye ka divê çi bikin.’’
Davutoglu herwiha destnîşan kir ku Rûsya cîranek giring e bo wan û ew naxwazin ev nexweşî jî zêde berdewam bibe.
Lavrov: Êrîş berî de hatibû plankirin
Derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî îdîa kir ku xistina firokeyê berî de hatibû plankirin. Lavrov got ku ev yek ji bi armanca provakasyonê hatiye kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn ku piştî êrîşê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê hevdîtinek telefonî jî kirine.
Ji aliyê din ve firokeyên Rûsan îro jî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, carek din li dijî çekdarên Tirkmen bombebaranek giran pêk anîn.
Basnews
