• Thursday, 19 February 2026
logo

Salih Muslim: Cerablus beşek ji Rojavayê Kurdistanê ye

Gulan Media November 25, 2015 Nûçe
Salih Muslim: Cerablus beşek ji Rojavayê Kurdistanê ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Slih Muslim ragehand ku, Cerablus ser bi Rojavayê Kurdistanê ve ye. Ne ji mafê Tirkiyê ye destêwerdanê di vê navçeyê de bike.

Salih Muslim di hevpeyvînekê de bi radoya RS FM amaje bi pilanên Tirkiyê li devera di navbera Cerablus û Izaz de dike û got: “Rêjeya Kurdan li wê deverê bêhtir ji 50% ye, Turkimen û Ereb jî hene, lêbelê Kurd li wê deverê zorbîne ne, ew dever ji dîrokê ve ser bi Rojavayê Kurdistanê ve ye.”

Li ser pirsa ku PYDê dixwaze dewletekê li bakurê Sûriyê avabike,Muslim got: “PYDê biryara sîstema Rêveberiya Demokratîk daye, jiber Rêveberiya Xweser ya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragehandin, çareseriyeke jibo kirîza Sûriyê, têde mafê hemû pêkhateyan tê parastin û pêkvejiyana li Sûriyê jî tê parastin, ev jî wateya wê ne perçe kirina Sûriyê ye û taybete bi Kurdan.

Basnews
Top