• Thursday, 19 February 2026
logo

Xamaney: Rê nedin Amerîka da ku behsa dabeşkirina Iraqê bike

Gulan Media November 25, 2015 Nûçe
Xamaney: Rê nedin Amerîka da ku behsa dabeşkirina Iraqê bike

Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamaney di hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm de ragehand ku pêwendiyên Îran û Iraqê ji pêwendiyên cîrantiyê jî desrbas kiriye.

Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamaney pêşwaziya Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm kir. Li gor nûçeya ajansa Farsnews di hevdîtinê de Xamaney bo Mehsûm got: ‘’Rê nedin Amerîkayê da ku behsa dabeşkirina Iraqê bike.’’

Xamaney di berdewama axaftina xwe de behsa başbûna pêwendiyên herdu aliyan kir û diyar kir ku pêwendiyên Îran û Iraqê ji pêwendiyên asayî yê cîrantiyê jî derbas kiriye.

Herwiha Xamaney gotiye ku ji bo parastina yekparçebûna axa Iraqê rolek giring dikeve ser mile serokomar.

Li gor nûçeyê di hevdîtinê de Fûad Mehsûm jî diyar kiriye ku bo çareserkirina nakokiyên navxweyî yê Iraqê û herwiha yekparçeyiya Iraqê wê hemû hewldanan bikin.

Basnews
Top