• Thursday, 19 February 2026
logo

Obama bo Tirkiyê: Em û NATO li pişta we ne

Gulan Media November 25, 2015 Nûçe
Obama bo Tirkiyê: Em û NATO li pişta we ne
Serokê Amerîka Barack Obama piştî xistina balafira Rûsya ya şer ji aliyê Tirkiyê ve, ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re ragihand ku, ew û NATO li pişta Enqerê ne.

Piştî xistina balafiran Rûsya li ser axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, Barack Obama bi telefonê bi Recep Tayyip Erdogan re axivî û behsa xistina balafirê kirin.

Li gorî daxuyaniyên, Koşka Spî û Aksara, di wê pêwendiyê de, Obama piştgiriya Washington û NATO bo Tirkiyê nîşan da û got ku, ji mafê Enqerê ye ku bergiriyê li asmanê welatê xwe bike.

Ji aliyê xwe ve, Erdogan tekez li ser wê yekê kir û got: “Balafira Rûsya derbasî axa me bibû, lewma mafê me ye ku em asmanê xwe biparêzin.”

Herwiha di wê pêwendiyê de, herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku divê ew pirsgirêk aloztir nebe.

Di beşekî din ji wê pêwendiyê de, herdu aliyan tekez kirin li ser jinavbirina DAIŞê û qonxa veguhêz a siyasî li Sûriyê.

Rudaw
Top