• Thursday, 19 February 2026
logo

Pîlotekî Rûsyayê ji destê çekdarên tirkmen hat rizgarkirin!

Gulan Media November 25, 2015 Nûçe
Pîlotekî Rûsyayê ji destê çekdarên tirkmen hat rizgarkirin!
Rûsyayê eşkere kir ku yek ji pîlotên wê balafira ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû xistin, sax e û rizgar bûye.

Duh danê sibê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, balafireke Rûsya, bi hêceta ku sînor derbas kiriye, ji aliyê Tirkiyê ve hat xistin.

Piştî ketina balafirê hat gotin ku pîlotên wê balafirê, dema xwe bi paraşûtê avêtine xwarê, ketine destê çekdarên tirkmen ên alîgirên Tirkiyê û hatine kuştin.

Lê Sefîrê Rûsya li Fransa Aleksander Orlov eşkere kir ku tenê pîlotek hatiye kuştin û yê din jî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatiye rizgarkirin û radestî rayedarên leşkerî yên Rûsya hatiye kirin.

Aleksander Orlov ji radiyoya “Europ1” re got ku pîlotê sax li ser çiyayê Kurmênc (Cebel el Ekrad) ketibû û ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatibû rizgarkirin.

Li ser kuştina pîlotê din jî Sefîrê Rûsya got, ew pîlot bi awayekî hovane ji aliyê çekdaran ve hatiye kuştin.

Piştî ketina balafira Rûsya, çekdarên tirkmen ên alîgirên Tirkiyê eşkere kirin ku her du pilot jî ji aliyê wan ve hatine kuştin.

Rudaw
Top