• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî bo kontrolkirina Mûsilê merc danî

Gulan Media November 24, 2015 Nûçe
Barzanî bo kontrolkirina Mûsilê merc danî
Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo kontrolkirina bajarê Mûislê û derxistina wê ji dest çekdarên DAIŞê merc danî. Barzanî ragihand, pêwîste berî kontrolkirina Mûsilê rêkevtinek hemû alî were kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îro sêşemî 24ê Mijdarê Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahdîn a girêdayî Hewlêrê ligel şandeke parlamneterên Birîtanya yên ji Komisiyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Birîtanya bi serokatiya parlamenter Nedîm Zehawî civiya.

Li gor daxuyaniyê, ligel şanda parlamenterên birîtanî, hejmarek diplomat û pisporên birîtanî jî di civînê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Mesûd Barzanî di civînê de derbarê kontrolkirina Mûsilê de gotiye: “Pêwîst e hizir li qonaxa piştî şikestina yekcarî ya terorîstan were kirin. Bi taybet berî ku Mûsil were rizgarkirin, pêwîst e rêkevtinek hemû alî hebe ku têde mafê hemû pêkhateyan parastî be û careke din ti pêkhateyek rastî karesatan nebe.”

Derbarê rizgarkirina Şingalê de jî Barzanî da xuyakirin: “Rizgarkirina Şingalê ji gelê Kurdistanê re wateyek sembolîk û mezin hebû û ji DAIŞê re jî şikestinek mezin û bibandor bû.”

Li gor daxuyaniyê, Barzanî tekez kir, serkevtina li Şingalê bi şiyan û qurbanîdana pêşmerge û piştevaniya hevpeyamanan bi dest hat.

Barzanî herwiha di vê civîbê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku di şerê li dijî terorê de bi awayeke cidîtir tevbigere û ragihand, pêwîst e hemû cîhana azad li dijî terorê di çeperekê de bin.

Serokê Şandeya Palramentoya Birîtanya Nedîm Zehawî jî di civînê de bi helkevta serkevtinên hêzên pêşmerge û serkevtina operasyona rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê pîrozbayî li Barzanî kir û amaje bi wê çendê kir: “Cîhan bi çavê rêz ve berê xwe dide qehremanî û qurbanîdana Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê.”

Rudaw
Top