Pîre: YNK û PDK gihêştine qonaxa dawî ya çareseriyê
Endamê mekteba siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê radighîne ku wê li gel Tevgera Goran bicivin û dibêje ku ewna û Partî û aliyên dinê gihêştine qonaxa dawî ya çareserkirina pirsgirêkan.
Se`dî Ehmed Pîre, endamê mekteba siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê taybet ji Xendanê re ragihand: roja çarşeme 25/11/2015 li bajarê Silêmaniyê ew li gel Tevgera Goran dê bicivin.
Pîre got: Digel Tevgera Goranê emê behsa rêkxistina mala Kurd bikin, her wek çawa me digel Partî û Komel û Yekgirtu jî behsa wê yekê kir.
Amaje bi wê yekê jî kir û got: Em dixwazin ku çi astengî di navbera partiyan de ji bo goftûgo kirinê nemînê.
Aşkira jî kir, Se`dî Ehmed Pîre got: Ez weha dibînim ku me û Partî (PDK) û aliyên dinê gihêştine qonaxa dawî ya çareseriya pirsgirêkan.
