Hikûmeta nû ya Tirkiyê hat ragihandin
Îro navê endamên kabîneya nû ya hikûmeta AKPê bi serokatiya Ahmet Davûtoglu ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pesendkirin.
Piştî ku kabîneya nû ya hikûmetê ji aliyê Erdogan ve hat pejirandin, Davûtoglu derket pêşberî kamerayan û navê endamên kabîneya xwe eşkere kir.
Di kabîneya nû de 3 wezîrên kurd hene: Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag.
Her wiha zavayê Erdogan ê bi navê Berat Albayrak jî wek Wezîrê Enerjiyê di kabîneya nû de cîh girt.
Kabîneya nû ya hikûmeta AKPê ji 20 wezîr, 5 alîkarên serokwezîr û serokwezîr pêk hatiye.
Di hilbijartinên 1ê Mijdara îsal de, AKPê rêjeya %49ê dengan bi dest anîbû, bi vî rengî şiyana wê yekê bi dest xist ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.
Rudaw
