Yawer: Heta niha hezar 288 Pêşmerge şehîd bûne
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragehand ku bi ti awayî û ti salî jî rêeberiya Bexdayê bûtçe bo Wezareta Pêşmerge terxan nekiriye. Herwiha debarê amara şehîd û birîndaran jî daxuyand ku heta niha di şerê DAIŞê de hezar 288 Pêşmerge şehîd bûne, 7 hezar 544 jî birîndar bûne.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi zarê Berdevkê Wezaretê Cebar Yawer daxuyaniyek fermî weşand û diyar kir ku bi agahiyên cûda cûda tê gotin ku qaşo hikûmeta federal bi berdewamî bûdce û pare dişîne bo Wezareta Pêşmerge, lê belê ev agahî dûr in ji rastiyê û heta niha ti salan û bi ti awayî ji bo Hêzên Pêşmerge ti butceyek nehatiye terxankirin.
Yawer dibêje li gor yasaya 121 ya destûra Iraqa Federel Pêşmerge hêzek yasayî û destûrî ne, beşek ji hêzên sîstema beravaniya dewleta feral in.
Yawer dide zanîn ku ji bo ligel berpirsên hikûmeta federal danûstandin û gotûbêjkirina vê mijarê ligel Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê komîsyonek hevbeş sazkirine. Di hevdîtinan de berpirsên hikûmeta federal jî qebûl kirine ku ligor destûrê Pêşmerge hêzek yasayî ne Iı Iraqê lê belê agahiyan wan derbarê sedema nedayîna bûtçeya Pêşmerge de nîne.
Herwiha radigehîne ku Hêzên Pêşmerge heta niha erkê xwe bi dilsozî pêk anîne û ji roja 10’ê Hezîranê heta niha, di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de hezar 288 Pêşmerge şehîd bûne û çarenivîsa 62 Pêşmergeyan jî nayê zanîn. Herwiha 7 hazar 544 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Basnews
